Lavrov: Amerîka hewla avakirina dewletekê li rojhilatê Firatê dide

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov radigihîne, Amerîka hewl dide Sûriyê dabeş bike û dewleteke Kurdî li rojhilatê Firatê ava bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov radigihîne, Amerîka hewl dide Sûriyê dabeş bike û dewleteke Kurdî li rojhilatê Firatê ava bike.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di konferanseke rojnamevanî de ragihand, armanca Amerîka dabeşkirina Sûriyê û avakirina mîna dewletekê li rojhilatê Firatê ye. Washington rê nade deverên di destê hevpeymanên wê de ye vegere bin serweriya dewleta Sûriyê.

Herwiha got: “Armanc ew bû, serweriya dewleta Sûriyê li ser tevahiya xaka Sûriyê hebe û civaka navdewletî jî piştgîriya wê yekê dike, lê Amerîka pabendî vê yekê nabe û armanca wê niha zelal bûye ku dabeşkirina Sûriyê û avakirina dewleteke biçûk li rojhilatê Sûriyê ye.”

Amaje bi wê yekê kir, heger Amerîkî hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne, dê bandora wê ya erênî li ser çareseriya siyasî ya Sûriyê hebe.”

 

S. B