Serok Barzanî û Helbûsî tekez jî li ser prensîpa hevsengiya dezgehan û kerta emnî û serbazî kirin

Serok Mesûd Barzanî û Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê Mihemed El Helbûsî tekez kirin, derengketina temamkirina kabîneya wezarî ya nû ya Iraqê pirsgirêkan kûrtir dike û Iraqê rûbirûyî egerê nediyar dike. Her wiha tekez jî li ser pabendbûna prensîpa hevsengiya dezgehên hukimranî û kerta emnî û serbazî kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî û Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê Mihemed El Helbûsî tekez kirin, derengketina temamkirina kabîneya wezarî ya nû ya Iraqê pirsgirêkan kûrtir dike û Iraqê rûbirûyî egerê nediyar dike. Her wiha tekez jî li ser pabendbûna prensîpa hevsengiya dezgehên hukimranî û kerta emnî û serbazî kirin.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî:“ Roja şemî 15.12.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mihemed El Helbûsî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şandekî li gel kir ku ji nûnerên parêzgehên navend û rojavayê Iraqê li Encûmena Nûnerên Iraqê pêk hatibû.

Di hevdîtinê de ku Fazil Mîranî Sekreter û Mehmûd Mihemed Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn, pêşketinên dawî yên li nav proseya siyasî ya Iraqê û hengavên temam kirina hikûmeta nû ya Iraqê û gef û kêşeyên li ber proseya siyasiya Iraqê hatin nirxandin.

Her di vê civînê de tekez li wê yekê kirin ku paşketina temamkirina kabîneya wezîrên nû yên Iraqê kêşeyan kûrtir dike û Iraq rûbirûyê egerên nediyar re dibe. Her wiha tekez jî li ser pabendbûna prensîpa hevsengiya damezraweyên hukimranî û kerta emnî û serbazî kirin.

Di beşeke din ê vê civînê de, Serok Barzanî palpiştiya xwe ya tevahî ji bo hewlên Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê li çareserkirina kêşeyan û leztir kirina proseya syasiya Iraqê ragihand. Her wiha tekez jî li wê yekê kir ku piştî 2003 proseya siyasiya niha baştirîn derfet bûye ji bo çareserkirina kêşeyan û binyatnana baweriya li navbera aliyan.

Rewşa emnî û îdarî ya parêzgeha Nînowa û jiyan û guzeraniya koçberan û avadankirina navçeyên ziyanlêketiyên wê parêzgehê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.