Çekdarên Opozisyonê jî dê di Operasyona Tirkiye de amade bin!

Grûbên çekdar ên Opozîsyona Sûriyê yên di êrîşa li ser Efrînê de beşdar bûn, dê di Operasyona Tirkiyê ya li dijî rojhilatê Firatê de jî, beşdar bin!

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûbên çekdar ên Opozîsyona Sûriyê yên di êrîşa li ser Efrînê de beşdar bûn, dê di Operasyona Tirkiyê ya li dijî rojhilatê Firatê de jî, beşdar bin.

Medya Opozîsyona Sûriyê li ser zarê Peyvdarê Artêşa Niştimanî yê Opozîsyona Sûriyê Yûsif Hemûd veguhastiye, tevahiya grûpên di operasyona Efrînê de beşdar bûn e, dê di Operasyona rojhilatê Firatê de jî, beşdar bin.

Yûsif Hemûd da zanîn, Operasyona çaverêkirî dê bijahî be û bi piştevaniya hêzên bijahî yên Tirkiyê be û dê ji bajarê Minbicê destpê bike û ji Girê Spî û heta Serê Kaniyê li xwe bigre.

Grûbên çekdar ên Opozîsyona Sûriyê yên ser bi Tirkiye ve, yên di êrîşa li ser Efrînê de beşdar bûn, ji alî xelkê herêmê û herweha rêxistinên navneteweyî ve jî, bi dizî, talankirin, revandin û kiryarên gemarî hatine tometbar kirin

 

 

C.B