“Berî ragihandina hikûmeta nû, Adil Ebdilmehdî vedigere ba Serok Barzanî”

Rojnameya “Sebah” a nîv fermî ya Iraqî di hejmara îro de belav kir, Adil Ebdilmehdî yê bi pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatiye spardin, berî bi fermî kabîneya xwe li pêş parlemantoyê rabigihîne, ji bo beşdariya Kurd di hikûmetê de, dê ligel Serok Barzanî bicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya “Sebah” a nîv fermî ya Iraqî di hejmara îro de belav kir, Adil Ebdilmehdî yê bi pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatiye spardin, berî bi fermî kabîneya xwe li pêş parlemantoyê rabigihîne, ji bo beşdariya Kurd di hikûmetê de, dê ligel Serok Barzanî bicive.

Wê rojnameyê li ser zarê parlemanterê PDKê di parlemantoya Iraqê de Şêrwan Dûpirdanî belav kiriye, hîna dema hevdîtinê nehatiye diyarkirin, lê helwesta beşdarîkirin û beşdarînekirina PDKê di hikûmeta nû de ron e.

Herwiha gotiye, PDKê û Serok Barzanî di çendî bone de tekezî li ser cibicîkirina hevbeşiya rasteqîne û lihevkirinê û di biryarên parlemantoyê de û berçavgirtina hevsengiyê di dezgehên dewletê de kirine.

Di heman çarçovê de, duhî di civîna di navbera Serok Barzanî û şanda Hevpeymaniya Îslah bi serokatiya Emar Hekîm de, guftûgo derbarê çend pirsên niha hatin kirin û Hekîm daxwaza vekirina rûpeleke nû di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir.

Wek di malpera fermî ya Serokê Barzanî de hatiye, di dîdarê de, şanda pilebilind ya Hevpeymaniya Islah, rol û pêgeha Serok Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê, di dema derbasbûyî û ya niha û pêşeroja Herêma Kurdistanê û Iraqê de bilind nirxand û tekez kir, ku pêwîstiya Iraqê bi bereyeke nû ya pêwendiyên dostane di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de heye û pêwîst e pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bên çarekirin.

Herwiha şandê diyar kir, ku berî niha, Hevpeymaniya Islah piştevaniya xwe ji hersê piransîpan re dabû xuyakirin, ku Serok Barzanî wek bingeha pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê destnîşan kirbû. Ew jî ji Lihevkirin, Hevparî û Hevsengiyê pê hatine.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji wê şandê re gotiye: Gelê Kurdistanê xwediyê dozeke rewa ye û tiştê ji PDKê re giring e, doza gelê Kurdistanê û çarekirina binpêkirinên dema derbasbûyî ye, ku beramberî mafên rewa yên gelê Kurdistanê hatine kirin û ji bo vê yekê jî, pêwîst e mîkanîzmên diyar û gerentiya pêbendiyê bi hersê piransîpên cihê behsê bê kirin.

 

S. B