Şandeke Herêma Kurdistanê li gel serokê Iraqê dicive

Bi beşdariya şandeke Herêma Kurdistanê, Serokê Iraqê Fûad Meisûm li Bexdayê, li gel nûnerên aliyên siyasî dicive.

K24 - Navenda Nûçeyan

Bi beşdariya şandeke Herêma Kurdistanê, Serokê Iraqê Fûad Meisûm li Bexdayê, li gel nûnerên aliyên siyasî dicive.

Serokê Iraqê vexwendinek ji bo hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê re şandiye, bi armanca encamdana civîneke berfireh, ku biryar e îro êvarî bê lidarxistin.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, ji Herêma Kurdistanê şandeke beşdarî wê civînê dibe û di wê civînê de, wê rewşa siyasî û ewlehîya Iraqê û xwepêşandanên parêzgehên başûr û navenda Iraqê bên gotûbêjkirin.

Herwiha wê behsa rêketina aliyên siyasî bê kirin, ji bo pêkanîna mezintirîn firakisyona Perlemanî û pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê.

N.O