HSD: DAIŞ ji navçeyên bin kontrola rejîmê êrîşî rojhilatê Firatê dike

HSD radighîne, şaneyên DAÎŞê ji navçeyên di bin kontrola Hikumeta Sûriyê de êrîşî rojhilatê çemê Firatê dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

HSD radighîne, şaneyên DAÎŞê ji navçeyên di bin kontrola Hikumeta Sûriyê de êrîşî rojhilatê çemê Firatê dikin.

Peyvdarê Hêzên Sûriya Demûkrat HSDê, Kîno Gabrîyêl di derbarê her du nameyên Hikumeta Sûriyê ji bo Netewên Yekgirtî û Civata Asayişa Navdewletî re, di daxûyaniyekê de ragihand, diviya Hikumeta Sûriyê di pêşiyê de li hevbeşiyek niştîmanî ya rast, ji bo jinavbirina terorê bigeriya, û hemahengî digel HSDê û Hêzên Hevpeymanan kiriba, beriya ku helwestek dijminkarane li dijî HSDê nîşan bide û di piştevaniya terorê de berdewam bibe, xebat û rola HSDê di serkeftina li dijî DAÎŞê de jî, piştguh bike.

Peyvdarê HSDê herweha ragihand, naveroka her du nameyên Wezareta Derve ya Sûriyê ji bo Netewên Yekgirtî û Civata Asayişa Navdewletî ji rastiyê dûr in û li dijî HSDê tometên bê bingeh in. Diyarkir, Hêzên wan di şerê şaneyên nivistî yên DAÎŞê de berdewam in, ku ew şane ji rojavayê çemê Feratê, ku di bin kontrola hêzên Hikumeta Sûriyê û grûbên bi ser ve ne, derbasî navçeyên wan dibin û dikin armanc.

Wezareta Derve ya Sûriyê, duhî daxwaz ji Netewên Yekgirtî û Civata Asayişa Navdewletî kiribû, binpêkirinên HSDê li Rojhelatê çemê Firatê rawestîn in.

 

 

C.B