Îro Parlemantoya Kurdistanê dicive
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryara îro Parlemantoya Kurdistanê ji bo diyarkirina Desteya Serokatiyê bicive û ti biryarek derbarê paşxistina rûniştinê nehatiye dan.
Li ser lihevkirina PDK û YNKê û piştre firoksiyonên Parlemantoya Kurdistanê, îro Parlemantoya Kurdistanê yekem rûniştina xwe encam dide û Desteya Serokatiya Parlemantoyê hildibijêre.
Her çend e YNKê ragihandibû ku ew hewla paşxistina civîna Parlemantoyê dide, lê Parlemanterê PDKê Omêd Xoşnaw ji K24ê re ragihand, ta niha ti biryarek ji bo paşxistina civînê nehatiye dan û li gor bangêşta serokê rûniştina yekem a Parlemantoyê, îro Parlemanto dicive.
Li gor rêkeftina di navbera aliyên siyasî, Serokê Parlemantoyê ji YNKê, Cîgirê Yekem ji PDKê û Cîgirê Duyem jî pêkhateyan dibe û bi hilbijartina di nava Parlemantoyê de tên diyarkirin.
S. B