Juncker: Heta rojnamevan girtî bin, pêwendî ligel Tirkiye asayî nabin

Serokê Komisyona Ewrûpa Jean-Claude Juncker diyarkir ku, heta rojnamevan li Tirkiye girtî bin, pêwendiyên Yekîtiya Ewrûpa (YE) û Tirkiyê nikarin asayî bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Komisyona Ewrûpa Jean-Claude Juncker diyarkir ku, heta rojnamevan li Tirkiye girtî bin, pêwendiyên Yekîtiya Ewrûpa (YE) û Tirkiyê nikarin asayî bibin.

Berî demekê jî, YE bi egera ku ji nirxên Ewrûpa dûr e, alîkariyên aborî ji Tirkiye re kêm kiribûn.

Jean-Claude Juncker di seredana xwe ya Bulgaristanê de, ku serokê demkî yê Yekîtiya Ewrûpayê ye, ligel Serokwezîr Boyko Borisov konferansek rojnamevanî ya hevbeş lidar xist û di derbarê azadiya medya û rojnamageriyê de rexneyên giran li Tirkiye girtin.