Rûsya: Emê bizav bikin ku Sûrya neyê parçekirin

Putin : "Hin metirsî hene ku deverên kêmkirina şer bihêlin Sûriyê parçe bibe."

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Rûsya Vladimir Putin ragihan ku ewê bizavan bikin daku Sûriyê neyê parçekirin.

Putin got: "Hin metirsî hene ku deverên kêmkirina şer li Sûriyê, bihêlin yekîtiya erda Sûriyê parçe bibe, lê emê bizavan bikin ku ew yek neyê kirin, ji ber ku ji Rûsya re pir giring e yekbûna Sûriyê berdewam parastî be."

Rûsya berdewam bi piştevaniya hikûmeta Esed tê naskirin û di destpêka kirîza Sûriyê de tenê bi helwestên xwe yên siyasî piştevaniya rêjîma Sûriyê dikir, lê niha ew bi hêza xwe ya serbazî jî derbasî Sûriyê bûye û alîkariya Esed dike.