Wezîrên Derva yên Tirkiye, Rûsya û Îranê sibe kom dibin

Wezreta Derva yê Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û got Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu, Wezîrê Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zarîfî dê li Tirkiyê li bajarê Antalyayê hevdîtinê bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu, Wezîrê Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zarîfî dê li Tirkiyê li bajarê Antalyayê hevdîtinê bikin.

Wezreta Derva yê Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û got, her sê wezîrên derve di çarçoveya amedekariyên civîna Sochiyê de tên ba hev.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, Serokê Rusyayê Vîladîmîr Putîn û Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî di 22ê Mijdarê de li Rusyayê bajarê Sochiyê derbarê krîza Sûriyê de lûtkeyeke girîng pêk bînin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ew di wê baweriyê de ye, hevdîtina Sochiyê dê alîkar be ji bo destpêkirina danûstandinên rasterast di navbera hikûmet û opozîsyona Sûriyê de.