Malîkî: Heger li gor destûrê kar bê kirin, durist e

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malîkî piştî civîna ligel şanda Herêma Kurdistan tekez kir, her gavek li gor destûrê be, ew piştevaniyê lê dikin û daxwaz kir jî, her biryarek divê li gor destûrê be.

Her çi Nûrî Malîkî berê di medyayê de bi tundî li ser serxwebûna Kurdistanê daxuyanî dabûn, lê piştî civîna ligel şanda Encûmena Bilind a Referandûm got: “Heger li gor destûrê kar bê kirin, ew tiştekî temam e, lê heger vajî destûrê karek bê kirin, ew yek reng e pirsgirêkan ji xwe û ji Iraqê re dirust bike.”

Malîkî got jî: “Naxwazim zimanê pirsgirêkan di navbera me de vegere. Heger birayên me rijd bû li ser vê gave, hêvîdar im careke din pêdeçûnê bi destûrê bikin, ji ber ku destûr rê ji birêvebirina referandûma bo diyarkirina çarenivîsê re diyar dike.”