Nîjadperestan piştgirî dan Operasyona Efrînê
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçeli bi egera “destpêkirina Operasyona Efrînê” pîrozbahî li Serokomar Erdogan kir.
Bahçeli, liser gotina Erdogan ku “Operasyona Efrînê liser erdê destpêkir, em dê li Minbic jî berdewam bikin” nirxandina xwe ragihand.
Bahçeli got: “Ji welat û millet me re liser xêrê be. Xweda artêşa me biser bixe”.