Serok Barzanî: Ji armancên xwe yên stratejîk bi paş ve venakişin

Serok Barzanî ligel kadroyên liqên sînorê Encûmena Serkirdatiya Parêzgeha Hewlêrê civiya û ragihand, li gor siyaseta rojê helwesta xwe naguhêrin û ji armancên xwe yên stratejîk bi paş ve venakişin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî ligel kadroyên liqên sînorê Encûmena Serkirdatiya Parêzgeha Hewlêrê civiya û ragihand, li gor siyaseta rojê helwesta xwe naguhêrin û ji armancên xwe yên stratejîk bi paş ve venakişin.

Serok Barzanî amojgariya kadroyên PDKê kir, ku nabe bersiva sivikirin û bêrêzîkirina ti aliyekî bidin. Heger we dît li cihekî wêneyên berbijarên PDKê didirînin, hûn wêneyên berbijarên wan rast bikin, heger ketibin ser erdê.

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî spasiya rola kadroyên PDKê kir, ku bi xweragirî û bixwebawerî di demên teng de li sengerên parastina Kurdistanê bûn. Herwiha spasiya xweragiriya xelkê Kurdistanê û qehremantiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê ku dijî teroristan û şerê berevaniya li rûmet û xakê de kir.

Serok Mesûd Barzanî dibêje, yên ku ji ber referandûma serxwebûnê gelê Kurdistanê êşandin niha poşman bûne!

Herwiha Serok Barzanî got, beriya referandomê jî piştî referandomê jî me heman rê dabû pêşiya xwe lê mixabin wan deriyên diyalogê girtin û zilm li gelê me kirin, niha jî poşman bûne.

Serok Barzanî behsa peyama referandomê kir û got, gelê me bi referandûmê ji cîhanê re got ku ev îrade û daxwaza me ye. Ti sûcek jî nekiribû lê bi tundî hat cezakirin.

Li ser hilbijartinên îsal yên parlamentoya Iraqê jî Barzanî got, hinek neyaran wisa hizir dikin ku PDK dê ji ber referandûmê di hilbijartinan de bişkê lê berûvajî wê yekê,  bi saya endam û kadroyên xwe karî li Kurdistan û Iraqê bibe partiya yekem.

Barzanî anî ziman ku rayedarên Bexdayê xwastin alozî û arîşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de derbasî nav gel bikin û gelên kurd û ereb berdin hev û got, lê di hilbijartinên Gulanê de hat dîtin ku gelê Iraqê wisa hizir nake û yên ku gelê Kurdistanê êşandibûn jî ceza kir.

Li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê jî Barzanî got, divê sê pîvan li ber çav bên girtin; şirîkatiya rast, girêdana bi qanûnan û hevsengî di nav dezgehên hikûmetê de.

Li ser hilbijartinên Kurdistanê jî Barzanî got, bi piştevaniya gelê me PDK dê di hilbijartinan de serkeftinek mezin bi dest bîne. Daxwaza min ji we ew e di dema xebatên hilbijartinan de li ser hemdê xwe bin û bersiva heqaretan nedin.

Barzanî da xuyakirin ku PDK xwedan armanceka stratejîk e û got, ji ber wê jî PDK li gorî siyaseta rojê helwesta xwe naguherîne û ji armancên xwe yên stratejîk bi paş ve venakişe û amade ye bo wan armancên xwe, xwe feda bike.

 

S. B