Li Efrînê teqîn: 2 zarok şehîd bûn

Li gundekî Efrînê û di encama teqîna bombeyeke vedayê li pêş malekê, 2 bira şehîd bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gundekî Efrînê û di encama teqîna bombeyeke vedayê li pêş malekê, 2 bira şehîd bûn.

Çalakvanên ji nava Efrînê ji K24ê re ragihandin, îro di encama teqîna bombeyeke vedayî li gundê Qenterê yê ser bi navçeya Mabeta ve, 2 zarokên bi navê Hesen Ehmed Şêx Nasan (16 salî) û Siyamend Ehmed Şêx Nasan (8 salî) şehîd bûn.

Çalakvanan da zanîn jî, ev cara 4emîn e ku li gundê Qenterê bombeyên di malan de vedayî diteqin û ta niha 5 welatiyên sivîl canê xwe jidest dane.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê piştî şerê 58 rojan di 18ê Adara bûrî ve Efrîn, ji wê demê ve jî hema hema bi awayekî rojane bombeyên vedayî bi malên xelkê Efrînê de diteqin û bi dehan sivîl ta niha bûne qurbanî.

Ta niha jî ti aliyekî berpirsatiya xwe derbarê vedana bombeyan di xanî û malên sivîlan de ranegihandiye. 

 

Hesen Ehmed Şêx Nasan
Hesen Ehmed Şêx Nasan
Siyamend Ehmed Şêx Nasan
Siyamend Ehmed Şêx Nasan

 

S. B