Kurdistan Baregeha PYKSê li Qamişlo rastî êrîşê hat

Baregeha PYKSê li Qamişlo rastî êrîşê hat
Baregeha PYKS rastî êrîşê hat / Qamişlo 14 Adara 2017

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Qamişlo navenda sereke yê Partîya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) ji aliye grûpeke nenas ve raste êrîşê û hewla şewitandinê hat.

Peyamnerê K24 li Qamişlo ragihand, grûpeke nenas bi 2 otombîlan êrîşî navenda PYKS li taxa Al-Siyahî li bajarê Qamişlo kirin û kalûpelên di nav navendê da şikandin û agir berdanê.

Li gor peyamêrê K24ê, welatiyan û cîranên li derdora navendê û berî ku agir bi awayekî berferh belav bibe, vemirandin.

Ev êrîşa li ser navenda PYKS  di demekê de ye, ku duh Serokê Desteya Navxwe li Cizîrê Kenan Berekat hişyarî da hemû partiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê, ku di heyama 24 demjimêran de Muhletên vekirina nivîsgehên partiyên xwe ji Komîta Şopandina Partiyan ya bi ser Desteya Navxwe ve werbigrin.

ji roja 3 Adarê ve roja şerê derketina aloziyê di navbera Pêşmerge û PKKê ve, baregeh û nivîsgehên ENKSê û partiyên di nava wê de rastî êrîş û şewitandinê tên.

Ji aliyê xwe ENKS û partiyên di nava wê de, PYDê bi êrîş û şewitandina navendên wan tawanber dikin.