Komisyonê encamên hilbijartinan li Dihok û Kerkûk ragihand

Komisyon: Li Dihokê Partiya Demokrat a Kurdistanê yekem e û Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê diwem e û Hevpeymanî (Berham Salih) sêyem e.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di kongirekî rojnamevanî de, Komisyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan li Iraqê, encamên destpêkî yên parêzgehên Dihok û Kerkûkê ragihand.

Li gorî encaman, li Dihokê Partiya Demokrat a Kurdistanê yekem e û Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê diwem e û Hevpeymanî (Berham Salih) sêyem e.

Li Kerkûkê jî, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê yekem e û Hevpeymaniya Erebî (Sune) diwem e û Bereya Tirkumanî ya (Erşed Salihî) ku hêzeke wî ya serbazî, binavê Heşda Tirkumanî di nav Heşda Şeibî de heye, sêyem derketiye.

N.O