Vê care jî li Stenbolê peykerê Ataturk hate hilweşandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Umraniye girêdayî Stenbolê li behşeyek dibistanek seretayî de peykerê Ataturk hate hilweşandin.
Ligor medya Tirkiyê, li dibistana seretayî ya Yukari Dudull a 75an girêdayî navçeya Mehmet Akif, peykerê Ataturk derdora demjimêr 02:15an de hate hilweşandin.
Polisê Tirk eşkere kirin e welatiyê ku peyker hilweşandiye bi nave Mehmet T. ye, û ew kes hatiye binçavkirin.
Berî çendîn rojan jî li bakurê Kurdistanê li bajarokê Sweregê welatiyekî bi dasê zerar dabû peykerek Ataturk li navenda bajêr.