Wezîrê Derve yê Fransayê ji bo Efrînê diçe Mosko û Tehranê

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Lordian ragihand, rewşa li Sûriyê bi awayekî berçav têk diçe û ji bo rewşa Efrînê û Xutayê serdana Mosko û Tehranê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Lordian ragihand, rewşa li Sûriyê bi awayekî berçav têk diçe û ji bo rewşa Efrînê û Xutayê serdana Mosko û Tehranê bike.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Lordian li pêş parlemantoya welatê xwe got, li ser daxwaza Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji bo rewşa Sûriyê bi taybet li Efrînê û Xuta Rojhilat ewê serdana Mosko û Tehranê bike.

Artêşa Tirkiyê ku ji zêdetirî mehekê dest bi operasyona leşkerî ya li dijî Efrînê kiriye û di encama wê êrîşê de ta niha zêdetir ji 173 welatiyên sivîl şehîd bûne û 650 sivîlên din birîndar bûne.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji roja yekşema bûrî 18ê Sibatê ve 250 kes di topbarana artêşa Sûriyê li ser Xuta Rojhilat de hatine kuştin.

Lordian tekezî li ser wê kir jî, divê Encûmena Asayişa Navdewetî rê bide ku agirbesteke mirovî ya bilez li Sûriyê rabigihîne û di bin çavdêriya Netewên Yekgirtî de danûstandinên Cenêvê berdewam bike, ji bo çareserkirina rewşa Sûriyê bi giştî.

Rûsya, Tirkiye û Îran ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyê, sê welatên garanîkar ên danûstandinên Astanayê ne. Li gor jêderekî ji Wezareta Derve ya Kazixistanê tê çaverêkirin di nîvê meha adara bê de gera heftemîn a danûstandinên Astanayê bi rê ve biçe.

Serokê Firansayê Emmanuel Macron di dawiya meha bûrî de rexne li Tirkiyê girtibû û gotibû: “Heger diyar bû ku operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê projeyeke dagîrkirinê be, ev yek dê bibe pirsgirêkeke mezin.

Herwiha Jean Yves Lordian jî hişyarî dabû Trkiyê û gotibû: “Parastina sînor nayê wateya ku sivîlan bikuje û divê ev yek bê şermezarkirin. Di rewşa Sûriyê ya metirsîdar de divê Tirkiye şerekî li şerekî din zêde neke.”