Dema destpêkirina geştên esmanî di navber Silêmaniyê û Tirkiyê de diyar bû

Wezîrê Veguhastinê yê Tirkiyê Cahid Turhan ragihand roja 25. 1. 2019an geştên esmanî di navbera Firokxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê bo Tirkiyê de destpê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Veguhastinê yê Tirkiyê Cahid Turhan ragihand roja 25. 1. 2019an geştên esmanî di navbera Firokxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê bo Tirkiyê de destpê dike.

Derbarê hejmara geştên di navbera firokxaneyên Tirkiyê û Silêmaniyê de, Wezîrê Veguhastinê yê Tirkiyê da zanîn, heftane 7 geşt di navbera firokxaneyên Tirkiyê û Silêmaniyê de encam didin.

Piştî encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê, Iraqê biryara rawestandina geştên esmanî li firokxaneyên Herêma Kurdisatanê dabû. Geştên esmanî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hatibûn rawestandin.

Lê piştî nêzîkî 6 mehan ji girtinê, Serokwezîrê Iraqê di meha Adara 2018an de biryara vekirina firokxaneyên Herêma Kurdistanê li pêş geşta navdewletî derkir.

Lê Tirkiyê bi bihaneya ku hin partî li bajarê Silêmaniyê alîkariya PKKê dikin, red kiribû ku dorpêçê li ser Firokxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê bidawî bîne.

 

S. B