Welatiyên Besra moleta du rojan didin Hikûmetê

Komîteya Hevrêziya Xwepêşandanên Besra bi helkefta sersala nû ya Koçberî, du roj molet da Hikûmeta Bexdayê daku daxwazên wan bicî bike û xelkên wî bajarî ji Lêvegera Şî`î dixwazin ku bi hewara wan ve biçe.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Komîteya Hevrêziya Xwepêşandanên Besra bi helkefta sersala nû ya Koçberî, du roj molet da Hikûmeta Bexdayê daku daxwazên wan bicî bike û xelkên wî bajarî ji Lêvegera Şî`î dixwazin ku bi hewara wan ve biçe.

Mehdî Kokiz ku welatiyekî ji Besra ye, ji Kurdistan24ê re got: Li taxa me xizmetkarî peyda nabe û gemar û şûnmayan xelk dilgiran kirine û çendîn welatî ji ber pîbûna jîngehê nexweş ketine.

Bêtirî 70% ji xelkê Besra Şî'e ne û daxwaz dikin ku Lêvegerên wan, piştevaniya wan bikin.

Welatiyekî din ê Besrayê bi navê Resen Ibrahîm ji K24ê re got: Em dixwazin ku lêvegerên me û bi taybetî Sîstanî piştevaniya daxwazên me bikin, divê Sîstanî peyamekê bigîne Hikûmeta nû ya Iraq, ji ber ku Sîstanî yekem kesê Iraqê ye.

N.O