3 keçên Êzidî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin

Berpirsê nivîsgeha azadkirina Êzidiyan ji desê DAIŞê li parêzgeha Dihokê, azadkirina sê keçên Êzidî ji destê DAIŞê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê nivîsgeha azadkirina Êzidiyan ji desê DAIŞê li parêzgeha Dihokê, azadkirina sê keçên Êzidî ji destê DAIŞê ragihand.

Berpirsê nivîsgeha azadkirina Êzidiyan Husên Qaidî ragihand, ji dema sê salan ve ew sê keçên Êzidî di destê DAIŞê de bûn.

Qaidî ji malpera “El-Xed Press” re ragihand, ew her sê keç bi navên Kerîma, Wîdad û Sureya ne, temenê wan di navbera 15 û 27 saliyê de ne û ji xelkê gundên Koço û Herdan yên başûrê rojavayê Şingalê ne û li Sûriyê hatin rizgarkirin.

Berpirsê nivîsgeha azadkirina Êzidiyan amaje bi wê da, rizgarkirina wan her sê keçên Êzidî ji destê DAIŞê de, ji hewlên wê nivîsgehê bûn û ti rola ti hêzeke leşkerî tune bû.

Qaidî diyar kir, hejmarek mezin ji rizgarbûyên ji destê DAIŞê vîze wergirtine ji bo serdana Ewropayê bikin û çareseriyên pêwîst werbigirin, lê ji ber ragirtina geşta esmanî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, ew nikarin biçin Ewropayê.