Kurdistan Kardaş: PKK li Şengalê çekdarê Îranê ye

Kardaş: PKK li Şengalê çekdarê Îranê ye
Serokê PDK-T Mehmet Emîn Kardaş / Wêne: Arşîv

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş dibêje, PKK li Şengalê çekdarê Îranê ye.

Serokê PDK-T Mehmet Emîn Kardaş beşdarê bernameya “Rojeva Bakur” a radyoya K24ê bû û ragihand, PKK li Şengalê hêzeka dagîrker e û ser navê Îran û Iraqê şerê Kurdistanê û Pêşmergeyan dike. 

Kardaş diyar kir ku, PKK li ser sînorê Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê bûye pasvanê Îranê û rêgiriya Pêşmergeyan dike.  Herwiha Îran dixwaze bi riya PKKê Kurdistanê aloz bike û rê li ber pêvajoya serxwebûnê bigre.

Kardaş got jî, Divê hikûmeta Kurdistanê bi ti awayî rê nede PKKê û nehêle wekîlên Îranê Kurdistanê têk bidin.  Divê PKK jî rêz li yasa û hikûmeta Kurdistanê bigre û ji Şengalê derkeve û li hemberî avadankirina Şengalê nebe asteng.

Kardaş got ger PKK ji Şengalê bi xweşî dernekeve jî şer rû nade. Lewra dê Amerîka PKKê ji Şengalê derxe.