Firokeyên Tirkiyê çiyayê Şengal û Qereçox bombebaran kirin

Nûçegihanê Kurdistan 24 ragihand ku, firokeyên Tirkiyê gundên Til Uzêr û Şilo li Şengalê bombebaran kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê  çiyayê Şengal û Qereçox bombebaran kir

Artêşa Tirkiyê radighîne ku firokeyên wan baregehên PKKê li Çiyayê Qereçox  bombebaran kirin e. Hevdem nûçegihanê Kurdistan 24 ragihand ku, firokeyên Tirkiyê gundên Til Uzêr û Şilo li Şengalê bombebaran kirin. Li aliyek din, medayaya PKKê ragihandiye ku artêşa Tirkiyê çend beregehên wan li Kampa Mexmûr bombebaran kiriye.

Ev yek di demekê de ye ku, Tirkiye gef a destpêkirina Operasyonek hemberî rojhilatê Firatê û rojavayê Kurdistanê dike. Serokomarê Tirkiye ragihandibû ku, amadekariyên wan ên Operasyonê di ast a herî dawî de û di rojên nêzîk de dê Operasyonê encam bidin.

 

 

C.B