Şanda Parlemantoya Kurdistanê: Pêwîstiya Efrînê bi alîkariya hemû Kurdan heye

Şanda Parlamentoya Kurdistanê ya ku çûbû Efrînê, vegeriya Başûrê Kurdistanê û ragihand, pêwîstiya Efrîniyan bi alîkariya hemû Kurdan heye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanda Parlamentoya Kurdistanê ya ku çûbû Efrînê, vegeriya Başûrê Kurdistanê û ragihand, pêwîstiya Efrîniyan bi alîkariya hemû Kurdan heye. 

Şanda Parlamentoya Kurdistanê ku çend roj berê ji bo dîtina rewşa herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê çûbû wir, vegeriya Başûrê Kurdistanê.

Li ser navê şandê parlamenterê PDKê Elî Halo li deriyê sînorî yê Sêmalka agahî dan rojnamevanan û ragihand, rewşa Efrînê ji ber êrişên artêşa Tirkiyê têk çûye û pêdiviya Efrîniyan bi hemû cure alîkariyan heye.

Elî Halo her wiha diyar kir, pêdiviya Xelkê Efrînê bi alîkariyê heye û daxwaz ji aliyên peywendîdar û rêxistin û dezgehên navdewletî kir ku alîkariya xelkê Efrînê bikin.

Şanda Parlamentoya Kurdistanê bang li hemû alî, partî û xelkê Kurdistanê jî kir  ku hevhelwest û yekrêz bin û alîkariya xûşk û birayên xwe yên Efrînê bikin ku ev daxwaza sereke ya xelkê Efrînê bi xwe ye.

Şanda Parlamentoya Kurdistanê ji parlamenterên PDKê Elî Halo, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ebas Fetah, Tevgera Gorran Şêrko Heme Emîn, Partiya Komunîst Ebû Karwan û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Suhrab Mîkaîl pêk hatibû.