Mîranî: Kurd ji 100 salî ve li benda dema guncaw e

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî radigihîne, Kurd ji sed salî ve çaverêyî dema guncaw bo Serxwebûnê dike, lê neyarên Kurd ti demeke guncaw bo Kurd bigihin mafê yê rewa nabînin.

Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî di konferansekê de li Hewlêrê gotarek derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê pêşkêş kir û tê de ragihand, li gor neyarên Kurd ti demeke guncaw bo serxwebûna Kurdistanê tune ye, ji ber ku ew ligel maf û azadiya gelan in.

Mîranî got jî, Iraqa ku ji 2003an ve hatiye damezrandin ti demokratî û ne jî serwerî tê de maye. Sînorên bijahî û esmanî ji her aliyekî ve tê bezandin.