TEV DEM daxwaza garantiya navdewletî dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Tevgera Civaka Demokratîk TEVDEM ragihand, derbarê gotûbêjên wan bi rejîma Sûriyê re, wan di vê hefteyê de zêdetir ji 15 nameyan, ji bo wezaretên derve yên Erebî û Ewrûpî re şandiye.
Tevgera Civaka Cemokratîk daxûyaniya xwe ya heftane belavkir û tê de ragihand, wan ji bo welatên Erebî û biyanî û herweha Ewrûpî û saziyên civaka sivîl zêdetir ji 15 nameyan şandiye û di wan de, di derbarê pêşxistina gotûbêjên wan bi rejîma Sûriyê re, daxwaza garantiyek navdewletî kirin e .
Li gor TEVDEM ger garantiyek navdewletî nebe, gotûbêj bi ser nakevin.
Li gor daxûyaniyê , TEVDEM daxwaza avakirina Destûrek demokrat ji bo Sûriyê kiriye, ku Rêveberiya bakurê Sûriyê jî, li xwe bigre.
C.B