Zanyariyên "Giring û metirsîdar" li ser şewata komgeha sindoqên dengdanê eşkere dibin

Adil Nûrî: Lêkolîn gihiştiye astê desteserkirina girûpek gumanlêkirî û dest bi wan kesan kiriye, ku rola wan di wê bûyerê de giring e.

K24 - Navenda Nûçeyan

Perlemanter û serokê Komîta Pêdeçûna Rastiyan di Perlemana Iraqê de, Adil Nûrî ragihand, ku "zaniyariyên giring û metirsîdar, li ser şewata komgeha sindoqên dengan li taxa Risafa ya Bexdayê bidest wan ketine û ew zanyarî radestî komîteya Hikûmetê hatiye kirin, ya ku ji bo lêkolînê li ser wê bûyerê hatiye erkdarkirin, lêkolîn jî gihiştiye encamên giring li dor sedemên wê şewatê û ew aliyên ku destê wan di wî agirî de heye".

Herwiha Adil Nûrî got: "Lêkolîn gihiştiye astê desteserkirina girûpek gumanlêkirî û dest bi wan kesan kiriye, ku rola wan di wê bûyerê de giring e".

Navhatî behsa hestyarî û metirsiya bandora rasterê ya vê kêşeyê li ser piroseya siyasî kir û got: "Lêkoler hûrkarî û navên wan kesên destê wan di bûyerê de heye, eşkere nakin heya lêkolîn bidawî bên".

Roja 10/6/2018an, li taxa Risafa ya bajarê Bexdayê, yek ji komgehên Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraq şewitî û tevahiya amêrên eliktironî yên cudakirina dengan şewitîn, lê ti ziyanên canî ji ber wî agirî nebûn.

N.O