Netanyahu: Metirsiyên li Îsraîlê Îran, Îran û Îran e

Serokwezîrê Îsraîlê dibêje: “Îran dixwaze împeretoriyekê li Rojhilata Navîn ava bike, ji bo hejmûna xwe bi ser cîhanê de bisepîne.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Îsraîlê dibêje: “Îran dixwaze împeretoriyekê li Rojhilata Navîn ava bike, ji bo hejmûna xwe bi ser cîhanê de bisepîne.”

Di hevdîtinekê bi kenala “Fox News” re Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dibêje: “Li vir aşkere dikim ku sê metirsî li ser Îsraîlê hene, ew jî Îran, Îran û Îran e.”

Serokwezîrê Îsraîlê amaje bi wê jî da, “Di dema bûrî de û di dema guftûgokirina bi Serokê Amerîka Donald Trump re, min behsa metirsiyên Îran, Îran û Îranê kir.”

Li ser Îranê û di daxuyaniyeke nû de ragihand, “Îran hewla dirustkirina împeretoriyeke şerangîz li Rojhilata Navîn dide û hewla kontrolkirina beşê din ê Rojhilata Navîn dide û armanca wê ew e, hejmûna xwe bi ser hemû cîhanê de bisepîne.”

Benjamin Netanyahu Îranê bi piştevanê terora li cihanê binav dike, ku hewla çêkirina çekê atomî dide û divê lê pêş wê were girtin.

 

S. B