Kurdistan Li Diyarbekirê Komkujiya Helebçeyê tê bibîranîn

Li Diyarbekirê Komkujiya Helebçeyê tê bibîranîn
Wêne: Arşîv

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê Partiyên Siyasî Komkujiya Helebçeyê bi bîr tînin. Ji bo salvegera 29’emîn a komkujiyê; îro (16.03.2017) Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Partiya Maf û Azadiyan (Hak Par) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dê daxuyaniyan bidin çapemeniyê.

Li Bakurê Kurdistanê û li Diyarbekirê, Komkujiya Helebçeyê tê bibîranîn. Bi rasthatina salvegera 29’emîn a Komkujiya Helepçeyê, îro (16.03.2017) 3 partiyên siyasî dê li Diyarbekirê daxuyaniyan bidin.

Rêveberên Partiya Maf û Azadiyan Hak Par saet di 11:00’an de li Avahiya Partiye,  Partiya Azadiya Kurdistanê PAK, saet di 12: 00’an de li Avahiya Teşkîlata Diyarbekirê ya PAK’ê û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk DBP, saet di 13:00’an de li Avahiya Bajêr a DBP’ê dê daxuyaniyên çapemeniyê bidin.

Komkujiya Helebçeyê, di serdema şerê navbera Îran û Iraqê de ji aliyê Sedam Huseyîn ve hatibû kirin. Komkujî di navbera salên 1986 û 1988’an de bi sernavê El-Enfal hat kirin. Di komkujiya Enfalê ya 16’ê Adara 1988’an de li gorî daxuyaniyên serdemê; ji 5 hezaran zêdetir Kurd bi xaza jehrî hatine kuştin, ji 7 hezaran zêdetir birîndar bûne. Lê ji aliyê lijneyeke ku ji kesên biyanî pêk hatiye de hatibû ragihandin ku hejmara qurbaniyên komkujiyê zêdetir e.