PDK û YNK karnameyeke hevbeş amade dikin

Biryar e sibe her du polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê bicivin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e sibe her du polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê bicivin. Endamekî Polîtboruya YNKê aşkere dike, yek ji pirsên ku bêne guftûgokirin, karnemaya hevbeş ya her du aliyan ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê ye.

Peyvdarê Polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre ji K24ê re ragihand, sibe her du polîtburoyên YNK û PDKê dicivin û yek ji pirsên ku bêne guftûgokirin, karnemaya hevbeş ya her du aliyan ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê ye.

Got jî, heger aliyên din ên siyasî yên Herêma Kurdistanê bixwazin, ew jî dikarin beşdariyê di karnameyê de bikin û nerînên xwe jî li ser bidin û dewlemend bikin.

Ev di demekê de ye, berî çend rojan şanda her du hevpeymanan Fetih û Dewleta Yasa ji bo guftûgokirina pêkanîna hikûmeta Iraqê serdana Herêma Kurdistanê kiribûn û ligel aliyên di hilbijartinan de serkeftî bûn civiyabûn.

Hevdem jî, PDK û YNKê jî ragihandin ku bi karnameyeke hevbeş diçin Bexdayê.

 

S. B