Grûpên çekdar Kurdekî din ê Efrînê bi eşkencedanê dikujin
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên çekdar du birayên ji Efrînê direvînin û eşkenceyê didin, birayek ji wan jî ji ber eşkenceyê canê xwe jidest dide.
Jêderekî agahdar ji K24ê re da zanîn, pêr grûpa bi navê Ehrar El-Şerqiye avêtin ser mala welatiyê Kurd Samî Hec Xelîl ê li bajarokê Cindirêsê û li wî û birayê wî Îbrahîm dan û zêr û pereyên wan dizîn.
Wî jêderî got, wê grûpê heyama 4 demjimêran Îbrahîm Hec Xelîl bi darekê ve girêdan û eşkence dan û piştre li hember 2 hezar Dolar ew duhî berbangê azad kirin.
Herwiha diyar kir, çekdarên Ehrar El-Şerqiye bi awayekî Samî Hec Xelîl eşkence dabûn, ku nexweşxaneyên Efrîn û Ezazê nekarîbûn ti çareseriyê li wî bikin û îro ji ber eşkenceya hovane Samî canê xwe jidest da.
Samî Hec Xelîl yê 40 salî ji gundê Hec Hesna ye û li bajarokê Cindirêsê rûniştiye û bavê 4 zarokan e.
Ev çendîn car e welatiyên Kurd ên Efrînê di bin eşkencedana grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve canê xwe jidest didin, bêyî ku civaka navdewletî yan rêxistineke yasayî û mafên mirovan fişarê li Tirkiyê bike ku bi erkên xwe li hember gelê Efrînê rabe û pabendî yasa û belgeyên navdewletî bibe.
S. B