Ebadî bi veşartina çendîn doseyên gendeliyê tê tometbarkirin

Çendîn doseyên gendeliyê yên metrisîdar, ku pêwendiya wan bi gellek berpirs û bi tevahiya wezaretan ve heye, ji aliyê Ebadî ve hatine rawestandin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di dema derbasbûyî de, serokwezîrê Iraqê Heyder Eebadî pilana rûbrûbûna gendeliyê ragihandibû, niha jî çendîn doseyên gendeliyê yên metrisîdar li ber destê wî ne, ku pêwendiya wan bi gellek berpirs û bi tevahiya wezaretan ve heye.

Çendîn komîte jî derbarê wan doseyan hatine pêkanîn, lê piştî ku wan komîteyan raporên xwe radestî wî kirin, Ebadî dubare ew dosyane girt û lêkolîna derbarê wan doseyan rawestand.

Di dema wergirtna postê serokwezîriyê, Ebadî dida xuyakirin ku ewê ji serokwezîrên berî xwe baştin kar ji bo hemû Iraqiyan bike û welat ji hemû bele û aloziyan rizgar bike, lê neku tenê daxuyaniyên xwe bicî nekir, lê ji wan kesên berî xwe alozî bêtir kir.

Tevî hemû sozên xwe, ku ji bo rûbrûbûna gendeliyê û gendelkaran dabû, lê heya niha tevahiya doseyan hatine paşxitin.

Rojnameya El-Erebî El-Cedîd, di raporekê de nivîsiye, niha Iraq di nav çendîn doseyên mezin yên gendeliyê di noq ango binav dibe, ku wan doseyan astengiyên mezin ji bo Hikûmetê û welatiyan çêkirine, li nav tevahiya dezgehên dewletê û bi awayekî berfireh belav bûne, lê Ebadî nekariye sînorekî ji wan gendeliyan re deyne.

N.O

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/59226245-daf0-4cb4-9e6e-8434d2a660e4/032218PEE.ism/manifest