Tirkiye, Pereyên YE li çi xerc dike?

Ligor Westmonster, Yekîtiya Ewrûpa ketiye dûv 1 milyar Euroyan ku wekî alîkarî daye Tirkiye, lê bersîv wernagire, li çi hatiye xerckirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor Westmonster, Yekîtiya Ewrûpa ketiye dûv 1 milyar Euroyan ku wekî alîkarî daye Tirkiye, lê bersîv wernagire, li çi hatiye xerckirin.

Brukselê ev pere ji bo alîkariya penaberên Sûriye dan e Tirkiye, lê Tirkiye red dike agahdariyê bide Yekîtiya Ewrûpa, çi bi van pereyan hatiye.

Tirkiye diyar dike ku, xwedî yasaya parastina zanyariyan liser hin dahatan e û alîkariya Yekîtiya Ewrûpa jî dikeve çarçoveya vê yasayê de, jiber vê naxwaze agahdariyan bide, ev pere li çi xerc kirin e.

Nûnera Yekîtiya Ewrûpa Bettina Jakobsen diyar dike, bersîva Tirkiye ji bo wan ne cîhê qebulkirinê ye. Wan pere dan e Tirkiye û dixwazin bizanin Tirkiye van pereyan di çi projeyan de xerc kiriye. Lê, heta bersîvek maqul ji Tirkiye bigre bi dehên salan pêwîst e û derfeta şopandina wan pereyan ji destê Yekîtiya Ewrûpa derketiye.

Yekîtiya Ewrûpa pereyek zêde ya alîkariyan dide Tirkiye. Tenê ji bo amadebûn û xwerêkxistinê ji proseya endametiyê re 9.1 milyar Euro dan e Tirkiye…

 

 

C.B