Êrîşa yekalîkirî bi rê ve ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandariya proseya serbazî ya kontrolkirina Mûsilê radigihîne, ku di demeke nêzîk de artêşa Iraqê û hêzên din ên Iraqê dest bi êrîşa li ser qezaya Tileferê dikin. Di 9 mehên borî de jî karîne zêdetirî ji 25 hezar çekdarên DAIŞê bikujin.

Fermandarê proseya serbazî ya Kontrolkirina parêzgeha Neynewayê Ferîq Rukin Ebdulah Yarila ragihand, di dema 9 mehên borî yên operasyona kontrolkirina Mûsilê de zêdetir ji 25 hezar çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Yarila got jî, di çarçova êrîşên artêşa Iraqê û dezgehên ewlehiyê yên ku beşdarî wê proseya serbazî bûne, karîne 25 hezar çekdarên DAIŞê bikujin, ku di nava wan de 450 kes xwekuj bûn û xwe teqandibûn.

Herwiha ragihand, hêzên Iraqî karîne yek hezar û 247 otombîlên bombebarkirî birûxînin, 130 firokeyên bê firokvan ên DAIŞê û zêdetir ji yek hezar û 500 otombîlên serbazî jinav bibin.

Şerê kontrolkirina rojhilatê û rojavayê bajarê Mûsilê nêzîkî 9 mehan ber xwe dabû û zêdetirî 100 hezar ji endamên artêşê, polîsa federal, dijeteror û Heşda Şeibî tê de beşdar bûn.

Şerê kontrolkirina rojhilatê Mûsilê 101 rojan ber xwe da, lê aliyê rojava 142 rojan ber xwe da.

Herwiha Ferîq Rukin Ebdulah Yarila aşkere kir, qonaxa çarem a operasyona “Hatin Neynewa” di demeke nêzîk de dest bi operasyona kontrolkirina qezaya Tileferê dike, ku hîna ew qeza di destê DAIŞê de ye.

Operasyona kontrolkirina Mûsilê roja 17 Cotmeha 2016an bi beşdariya her yek ji hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî dest pê kir. Di destpêkê de hêzên Pêşmerge navçeyên derdora Mûsilê bi taybet li bakur û rojhilatê bajêr kontrol kirin û rê li pêş çûna hêzên Iraqî bo nava bajêr vekirin. Hêzên Iraqî roja 10 Tîrmehê kontrolkirina tevahiya Mûsilê ragihandin.