Partiyên Kurdistanî û HDPê Platforma Zimanê Kurdî ava dikin

Li Bakurê Kurdistanê Partiyên Kurdistanî û hevgirtiyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryar dane ji bo ku Platforma Zimanê Kurdî were avakirin xebateke komîsyonê bimeşînin û di 29ê Cotmehê de jî dê di derbarê xebatên dawî de dê daxuyaniyeke hevpar bidin raya giştî.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê Partiyên Kurdistanî û hevgirtiyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryar dane ji bo ku Platforma Zimanê Kurdî were avakirin xebateke komîsyonê bimeşînin û di 29ê Cotmehê de jî dê di derbarê xebatên dawî de dê daxuyaniyeke hevpar bidin raya giştî.

Partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê û hevgirtiyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo pêşîlêgirtina pişaftinê û xedîlêderketina zimanê Kurdî biryar dane ku xebateke hevbeş di bin banê kıomîsyonekê de bimeşînin. Endamên komîsyonê balê dikêşin ku zimanê kurdî li Bakurê Kurdistanê di warê bikaranînê de di asteke xeter de ye û ji bo ku di civakê de hişmendiya bikaranîna zimanê Kurdî pêş bikeve ew ê nexşerêyekê deynin ber xwe. Yek ji beşdarên komîsyonê Cîgirê Serokê Giştî Yê Partiya Azadiya Kurdistan PAKê Henîfî Tûran dibe êdî malbat tenê navên bi Kurdî li zarokên xwe dikin lê bi wan re bi kurdî naaxifin.

Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Henîfî Tûran ji K24ê re got: "Malbat navên bi Kurdî li zarokên xwe dikin û heta 6 salî bi wan re bi Kurdî diaxifin. Lê piştî ku zarok diçin dibistanê hînî tirkî dibin û di wê pêvajoyê de bi dê û bavê xwe şerek biçuk dikin û dê û bav teslîm dibin û êdî ew jî bi tirkî diaxifin."

Beşdarên komîsyonê didin zanîn yek ji armancên sereke ya xebatên komisyona zimanê Kurdî ew e ku zimanê Kurdî li Tirkiyeyê bibe xwedî statu. Yek ji pêkhateyên komîsyonê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ye û Parlementerê HDPê yê Diyarbekir Îmam Taşçier dibêje êdî divê li hember pişaftinê helwesteke ciddî were nişandan.

Îmam Taşçier dibêje: "Li Tirkiyeyê 25 milyon Kurd hene û serokomar û serokwezîr jî hebûna Kurdan qebûl dikin, dibêjin Kurd birayên me ne. Lê dema were fermiyetê jî zimanê Kurdî qebûl nakin. Divê zimanê Kurdî bikeve qada fermî de ."

Biryar e ku Partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hevgirtiyên wê di 29ê Cotmehê de bi daxuyaniyeke hevpar xebatên komisyona zimanê Kurdî bigihînin encamekê û Platforma Zimanê Kurdî ava bikin.