PDK: Serkeftina PDK, bi baweriya mezin a gelê Kurdistanê ve girêdaye

Bi helkefta 42emîn salvegera destpêkirina Şoreşa Gulanê, Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê daxûyaniyek belavkir

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi helkefta 42emîn salvegera destpêkirina Şoreşa Gulanê, Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê daxûyaniyek belavkir, û tê de ragihand, beriya 42 salan ciwanên xweragir ên gelê me bi serkirdatiya Partî û Serok Barzanî, ji bo redkirina binpêkirin û dirêjedan bi xebata rewa ya Kurdan û şkestinanîn bi plana jinavbirin a Şoreşa Îlonê, Şoreşa Gulanê vêxistin.

Di daxûyaniya Partî de hatiye, bîreweriya Şoreşa Gulanê di rewşekê de ye, digel bidawîhatina hilbijartinên Iraqê, nehiştina ew plangîrî û xiyaneta li hember xewna mezin a gelê Kurd û qewareya herêma Kurdistanê ye. Bi serkeftina Partî û bidestxistin a wê baweriya mezin a cemawer û xelkê Kurdistanê, wekî hêza berevanîker û yekem a herêma Kurdistanê, hejmareke mîn ên din li pêşiya pêşeroja Kurdistanê hatin pûç kirin û hevkêşî, berovajî bû.

Niha jî Partî, ji bo bidestxistina destkeftên zêdetir, beşdariyê di danûstandinên pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê de dike. Hikumetek ku li ser prensîpên hevbeş, tewafuq û hevsengiyê bê avakirin. Hikumetek hemû pêkhateyên sereke û gelên Iraqê be, û Kurd pêgehek bihêz tê de hebe.

Di dirêjiya daxûyaniya Partiya Demokrat a Kurdistanê de hatiye, pêwîst e hikumeta Iraqê bi alîkariya civaka navdewletî, bilez kar bike, ji bo di vegerandina aramî, avadankirina navçeyên ziyan gehayî, vegerandina awareyan ser mal û mulkên wan, û qerebûkirina xelkê serbilind ê Kurd li bajarên Kerkûk, Dûzxûrmatû û hemû wan cihên, ku jiber êrîşa hêzên Iraqî û Heşda Şabî aware bûn e.

Herweha Partî dibêje, ew dibînin û venaşêrin ku, sedemên krîzên Iraqê, siyaseta şaş û nerast a nuxbeya desthilatdar û karbidestên Bexdayê ye. Herweha li redkirina prensîpên şeraketê vedigerîn e, ku bûye sedemê paşkeftina prosêsa siyasî li Iraqê.

Di dawiya daxûyaniya Partî de hatiye, ew careke din tekeziyê li ser hevpeymanî, canê berpirsiyaretiyê, gotara hevbeş û alîkariyê digel hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê, ji bo danîn a nexşeyekî nû û guncaw ji bo qonaxa niha ya Kurdistanê, dike.

 

 

C.B