Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza navbênkariyê ji civaka navdewletî dike

Di daxuyaniyekê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji civaka navdewletî dike navbênkariyê bike, ji bo rakirina wan sizayên ku ji aliyê Bexdayê ve li ser Herêma Kurdistanê hatine sepandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniyekê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji civaka navdewletî dike navbênkariyê bike, ji bo rakirina wan sizayên ku ji aliyê Bexdayê ve li ser Herêma Kurdistanê hatine sepandin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje, ew siyaseta sizayan ya ku Bexdayê li dijî Hewlêrê peyrew dike, binpêkirineke aşkere ji yasa û belgeyên navdewletî re ye, di demekê de ku erkê sereke yê hikûmeta Iraqê ji parastina welatiyên Iraqê bi koçberan ve ye û herwiha pêwîst e hikûmeta Iraqê mafê mirovan û azadiya tak û civakê biparêze.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, kêmkirina budceya Herêma Kurdistanê di projeyasaya sala 2018an de bê şêwirmendiya ligel hikûmeta Herêm Kurdistanê, girtina esmanê Herêma Kurdistanê û sînordarkirina geşta welatiyên Herêma Kurdistanê beşek in ji wan sizayên bikomî yên li dijî welatiyan e.

Herwiha dibêje, ew siza bûne sedema rêgiriyê li pêş alîkariyên mirovî û pêwîstiyên rojane yên yek milyon û 500 hezar koçberên ku li Herêma Kurdistanê ne. Bi hatina werzê Zivistanê, piraniya wan koçberan ku beşek ji xûşk û birayên Êzidî, Xiristiyanî û koçberên Kerkûk û Xurmatûyê ne, bê pêwîstiyên sereke dimînin, ku ji aliyê rêxistinên ser bi Netewên Yekgirtî û rêxistinên ne hikûmî ve tên pêşkêşkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye, Firokxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê gelekî girîng in ji bo dabînkirina pêwîstiyan ji koçberan re û dabînkirina pêwîstiyên seretayî û sereke ji welatiyan bi giştî, ji wan jî xizmetên tenduristî ji welatiyan, qurbanî û birîndarên di şerê li dijî DAIŞê de. Sînordarkirina mafê geştê jî dibe sedema ziyanê di warê aştî, aramî û pêşketinê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, Netewên Yekgirtî, Yekîtiya Ewropa, rêxistinên navdewletî yên Xaça Sor û rêxistinên nehikûmî û endamên din yên civaka navdewetî, beşek in ji projeya gihandina xizmetguzariyên mirovî ji koçberan re ne, ku pena anîne ber jikûmeta Herêma Kurdistanê.  

Herwiha got, Karîna geştkirina bilez û veguhastina amraz û kelûpelan bi zûtirîn dem û bi kêmtirîn xercî gelekî girîng e ji bo pêşkêşkirina wan xizmetguzariyan e yên pêwîstiya koçberan pê hene. Di vê dawiyê de siza ji aliyê hikûmeta Iraqê li ser geşta firokvaniyê bûye sedema rêgiriyê li pêş gihandina alîkariyên navdewletî ji qurbaniyên wê erdheja ku pileya wê 7.3 bû û Herêma Kurdistanê hejand.

Di dawiyê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji civaka navdewletî dike, hanê bide desthilatdarên hikûmeta Iraqê, ji bo bê merc wan dorpêçên li dijî Herêma Kurdistanê rake û di nava wan de jî hilweşandina dorpêça li ser firokxaneyên navdewletî Hewlêr û Silêmaniyê.  Hewlên civaka navdewletî bi girîngî dizanin ku navbênkariyê ji bo hilweşandina wan dorpêça esmanî û sizadanên din yên bikomî li dijî herêma Kurdistanê.