Li derdora gola Hemrînê 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Wezareta Bergîriyê ya Iraqê kuştina 3 çekdarên DAIŞê û teqandina 2 beleme û 4 cihên veşartinê yên DAIŞê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Iraqê kuştina 3 çekdarên DAIŞê û teqandina 2 beleme û 4 cihên veşartinê yên DAIŞê ragihand.

Di daxuyaniyeke Wezareta Bergîriyê ya Iraqê de hat, piştî destketina zanyariyên hewalgîriyê, firokeyên artêşa Iraqê derdora gola Hemrînê li bakurê rojhilatê parêzgeha Diyala bombebaran kir.

Da zanîn jî, di encama operasyonê de, 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 2 beleme û 4 cihên veşartinê yên DAIŞê hatin teqandin.

Piştî Iraqê jinavçûna çekdarên DAIŞê li Iraqê di meha Mijdara 2017an de ragihandibû û DAIŞê kontrola xwe li ser navçeyan jidest dabû, çekdarên DAIŞê bi awayê grûp û şaneyan li hin navçeyan derdikevin û di dema bûrî de ziyanên mezin gihandibû welatiyên sivîl û hêzên ewlehiyê yên Iraqê.   

 

S. B