Nav û diruşmeyên “Asayişa Rojava” hatin guhartin

Hêzên Asayişa Rojava ya bi ser Rêveberiya Xweser ve dest bi guherîna nav, al û diruşmeya taybet ên bi vê hêzê ve kir û peyva “Rojava” jî rakir.

K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Asayişa Rojava ya bi ser Rêveberiya Xweser ve dest bi guherîna nav, al û diruşmeya taybet ên bi vê hêzê ve kir û peyva “Rojava” jî rakir.

Hêza ku bi navê Asayişa Rojava dihat naskirin, niha bi navê Hêzên Ewlehiya Hundirîn hat guhartin. Herweha hêza navbûrî al û diruşmeyên xwe jî guhertin û li ser rêbend û destpêkên bajaran hatine daleqandin.
Li gorî peyamnêrê K24 li bajarê Qamişlo Fermandariya Giştî ya hêza navbûrî ta niha ti daxuyaniyên fermî ji raya giştî re belav nekirine.

Ev guhartina nav û diruşmeyên hêzên asayişê di demekê de ne, demek e berpirsên Rêveberiya Xweser, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) radigihînin ku ew amade ne bê merc danûstandinan ligel rêjîma Sûriyê bikin.

Hêzên Asayişa Rojava di sala 2013an li hemû herêmên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê hatibû damezrandin.

 

 

S. B