Fermandeyekî nêzîkî Qasim Silêmanî hat kuştin

"Fermandeyekî Supaya Pasdaran bi piley lîwa Xeyrulla Semedî, li bajarê El-Bûkemal yê Sûriyê hat kuştin."

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro 18/11/2017an medya Îranê belav kir ku "Fermandeyekî Supaya Pasdaran bi piley lîwa, li bajarê El-Bûkemal yê Sûriyê hat kuştin."

Li gorî medya Îranî: "Xeyrulla Semedî, ku kesekî nêzîkî Qasim Silêmanî bû û ser bi firqa 36an ya alîgirên Mehdî bû, xelkê parêzgeha Zincan ya bakurê Îranê bû, di şerê dijî DAIŞê de li bajarê El-Bûkemal yê Sûriyê, bi gula hawenê birîndar bû û piştre ji ber giraniya birînên cane xwe jidest da."

Semedî di şerê 8 salî yê Iraq û Îranê de, ji sala 1980 heya sala 1988an beşdarî kiribû û wê demi jî birîndar bibû.