Berpirsê Mihwerê Rojavayê Kerkûkê hat guhertin

Kemal Kerkûkî postê berpirsatiya Mihwerê 5an ê hêzên Pêşmerge li Rojavayê Kerkûkê, radestî Nûrî Heme Elî kir

K24 - Navenda Nûçeyan.

Îro di merasîmekê de, bi amadebûna hejmarek ji fermandar û efserên Pêşmerge, Kemal Kerkûkî postê berpirsatiya Mihwerê 5an ê hêzên Pêşmerge li Rojavayê Kerkûkê, radestî Nûrî Heme Elî kir û biryar e di çend rojên dahatî de, Kemal Kerkûkî wek berpirsê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê li parêzgeha Kerkûkê, dest bi kar bike.

Nûçegihanê Kurdistan24ê Aras Ehmed li nav cihê merasîmê ragihand, ku Kemal Kerkûkî berpirsatiya Mihwerê Rojavayê Kerkûkê radest Nûrî Heme Elî kir.

Nûrî Heme Elî ji Kurdistan24ê re ragihand, ku ewê erk û karên serbazî li wî mihwerî berdewam bike û ji kenalên ragihandinê xwest ku giringiyeke bêtir bi Mihwerê Kerkûkê bidin.

Heme Elî diyar kir, ku guhertina postan, li ser biryara Serok Barzanî bûye.

Derbarê vekirina riya Hewlêr- Kerkûkê û mana Pêşmerge li sînorê Pirdê got: Em di wê baweriyê de ne ku hefteya dahatî, berî cejna Qurbanê, riya Kerkûkê bê vekirin. Pêşmerge jî wê li cihên xwe bimînin heya ku ferman bên dayin.

N.O