Belcîka daxwaz dike kêşeyên di nav Hewlêr û Bexdayê de bi diyalogê bên çarekirin
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Belcîka Didier Reynders got: Ji bo çarekirina kêşeyên Iraqê, divê diyalog bi amadebûna hemû aliyan bê destpêkirin.
Didier Reynders ji nûçegihanê Kurdistan24ê re zelal kir, ku ji bo nehiştina nakokiyan di navbera Bexda û Hewlêrê de, pêwîst e herdu alî dest bi gotûbêjan bikin.