Qedexeya li ser 21 gundên Diyarbekirê hat rakirin

Qedexeya ku di 13'ê Kanûna 2018'an de bi armanca operasyonên li hember PKK'ê hatibû ragihandin, piştî operasyonên 2 rojan hat bidawîkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Qedexeya ku di 13'ê Kanûna 2018'an de bi armanca operasyonên li hember PKK'ê hatibû ragihandin, piştî operasyonên 2 rojan hat bidawîkirin. Li gorî daxuyaniya Parêzgeriya Diyarbekirê; piştî operasyonê gelek çek û cebilxaneyên rêxistinê hatine desteserkirin.

Parêzgeriya Diyarbekirê qedexeya ku 2 roj berê li ser gundên navçeyên Lice, Pasûr û Farqînê ragihandibû, bişev saet di 24:00'an de rakir. Qedexe bi armanca operasyonên li hember endamên PKK'ê hatibû ragihandin û piştî operasyonan li gorî daxuyaniya fermî ya parêzgeriya bajêr; ev operasyon bi armanca desteserkirina şikeft, çek û cebilxaneyên rêxistinê hatiye lidarxistin.

Qedexe di 13'ê Berçile de li ser 7 gund û mezrikên Liceyê, 12 gund û mezrikên Pasûrê û 2 gundên Farqînê hatibû ragihandin.