Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka serdana Hewlêrê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Li gor zanyariyên K24ê, biryar e îro Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Sullivan bigihe Hewlêrê û ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê jî bicive.
Her li gor zanyariyan, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê rewşa Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû bi berpirsên Herêma Kurdistanê re guftûgo dike.
Herwiha hevahengiya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna terorê û şerê DAIŞê jî tewereke din hevdîtinan dibe.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Sullivan duhî bi serdaneke fermî gihîştibû Bexdayê û ligel berpirsên Iraqê civiyabû.
S. B