Nûnerê YNKê li Enqerê: Li ser peywendiyên PKK – YNKê hişyarî dide

Nûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Enqerê derbarê hevkariya YNKê bi PKKê re bi tirsnak binav dike û daxwaz ji Kusret Resûl û Hêro Îbrahîm dike ku bêne deng.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Enqerê derbarê hevkariya YNKê bi PKKê re bi tirsnak binav dike û daxwaz ji Kusret Resûl û Hêro Îbrahîm dike ku bêne deng.

Nûnerê YNKê li Enqerê Behroz Gelalî nameyek arasteyî Kusret Resûl û Hêro Îbrahîm kir û derbarê dawî daxuyaniya Wezîrê Derve yê Tirkiyê de hişyarî da û got: “Wezîrê Derve yê Tirkiyê bi aşkere dibêje ku YNKê alîkariya PKKê dike.”

Nûnerê YNKê li Enqerê di nameya xwe de dibêje: “Ew daxuyanî gelekî tirsnak in, ev jî ji encama hin daxuyaniyên kesayetiyên di nava YNKê de tên, ku dibêjin ewê hêzê bişînin nav Efrînê.”

Gelalî dibêje: “YNKê xwedî peyvdar e, êdî ev daxuyaniyên bê serûberî ji bo çi ne? Heger dilê we li ser YNK û Kurdan e, dest ji van daxuyaniyan berdin û nava YNKê bihêz bikin û hewla asayîkirina pêwendiyan bikin.”

Ev nameya Nûnerê YNKê li Enqerê Behroz Gelalî ji piştî wê yekê tê, Serokwezîrê Tirkiyê ragihand, geşta firîna navdewletî ya Tirkiyê tenê ji bo firokxaneya Hewlêr dibe û firokxaneya Silêmaniyê lixwe nagire. Got jî: “Hêza desthilatdar ya wê navçeyê hevkariya teroristan dike.”

 

S. B