YNK pirsa posta serokomartiya Iraqê gotûbêj dike

Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi armanca gotûbêjkirina çend pirsên girêdayî bi proseya siyasî û gavên dahatî yê partiyê û posta serokatiya Iraqê dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi armanca gotûbêjkirina çend pirsên girêdayî bi proseya siyasî û gavên dahatî yê partiyê û posta serokatiya Iraqê dicive.

Peyamnêrê K24ê li Silêmaniya da zanîn, Polîtburoya YNKê di civînê de ne û reşnivîseke siyasî amade dikin, ji bo wê bixin ber destl aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û tê de daxwaz dike ku bi yek tîmê biçine Bexdayê.

Herwiha got, YNKê di civînê de pirsa posta serokomariya Iraqê gotûbêj dike û tekezî li ser wê yekê dike ku post ji mafê YNKê ye û daxwaz ji aliyên siyasî dike ku piştevaniya wê di wê pirsê de bikin.

Ev civîna Polîtburoya YNKê piştî wê yekê tê, berî çend rojan şandeke YNKê serdana Bexdayê kiribû û bi aliyên di hilbijartinên Iraqê de de serkeftî bûn civiyabû.

Berî çend roja Sekreterê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fazil Mîranî gotibû, wergirtina posta serokomarê Iraqê ji bo Kurd girîng e, lê ew post ne tenê para YNKê ye, her kesek li Kurdistanê dikare bibe serokomarê Iraqê.

 

S. B