Tirkiye: Di hefteyekê de, doza sosyal-medya dijî 261 kesan

Wezareta Navxweyî ya Tirkiye ragihand ku, di navbeyna 10-17ê Îlonê de bi egera belavkirinên “neyasayî” di sosyal-medya de, doz li hemberî 261 kesan hatiye vekirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Navxweyî ya Tirkiye ragihand ku, di navbeyna 10-17ê Îlonê de bi egera parvekirinên “neyasayî” di sosyal-medya de, doz li hemberî 261 kesan hatiye vekirin.

Di malpera fermî ya Wezareta Navxweyî de hatiye: “Bi rêya sosyal-medya bangeşeya terorê, pesndan a terorê, hestên kîndarî û nefretê, biçûk kirin a birêvebirên dewletê, dijberiya yekîtiya xak ê dewletê, metirsî dijî ewleyiya civatî – hemberî 346 accountên internetî û bi giştî dijî 261 kesan doz hatiye vekirin”.

Dozgeriya Enqere û Stenbolê ev doz vekirin e.

Di 26ê Sbat a îsal de 845 kes, ku lidij Operasyona Efrînê rexne di sosyal-medya de belav kiribûn hatibûn binçavkirin.

 

 

C.B