Kurdistan Bayik: Referandûm mafekî demokratîk e û divê kes li dijî dernekeve

Bayik: Referandûm mafekî demokratîk e û divê kes li dijî dernekeve

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik dibêje, referandûma li Herêma Kurdistanê mafekî demokratîk e û divê kes li dijî dernekeve.

Cemîl Bayik beşdarî televîzyoneke nêzikê PKKê bû û derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de da zanîn ku divê ti kes dijatiya referandûma serxwebûna Kurdistanê neke. Referandûm mafekî demokratîk a Kurdan e û encama rewşa tengav û ya navxweyî û dervayî ye.

Lê Cemîl Bayik amaje bi wê yekê kir ku, “pêkanîna referandûmê di nava giloka pirsgirêkên civakî de, wê serketinê bi xwe re nîne.”

Ev daxuyniyên Cemîl Bayik yekemîn helwesta erênî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de ye, bi taybet ku referandûm hemû navçeyên ku li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê jî li xwe digire, ku bi sedema rewşa nû ya ji piştî hatina DAIŞê, hêzên PKKê li hin navçeyan de bicih bûne.

Her çend e berê hejmarek ji berpirsên bilind ên PKKê neyaretiya xwe bo her gavekê berve serxwebûna Kurdistanê nîşan dabûn, lê ev helwesta Cemîl Bayik, xwendineke cuda ye.