Tevî nakokiyan, Tirkiyê û Amerîka operasyonek li Minbic encam dan

Ajansa Anadolê: Piştî bidawîbûna operasyona hevbeş li Minbicê, wê Tirkiye û Amerîka karên xwe yên hevbeş li Rojavayê Kurdistanê zêdetir bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Li gorî daxuyaniyeke Artêşa Tirkiyê ku rojnameya Hurriyet belav kiriye, duh Artêşa Amerîkî û ya Tirkî 29emîn operasyona serbazî ya hevbeş li Minbic encam dan û armanca wê operasyonê, derxistina hêzên YPGê bû.

Ji 18ê Hizêrana îsal ve, Amerîka û Tirkiye çendîn manor û çalakiyên hevbeş li bajarê Minbic encam dane û mebesta Tirkiyê, dûrxistina hêzên YPG û PYD ye, ku wan bi "Terorîst" binav dike.

Ji aliyekî din ve û li gorî nûçeyeke ajansa Anadolê, piştî bidawîbûna operasyona hevbeş li Minbicê, wê Tirkiye û Amerîka karên xwe yên hevbeş li Rojavayê Kurdistanê zêdetir bikin.

N.O