Dadgeha Federalî ya Iraqê nekarî pirsa petrola Kurdistanê yekalî bike

Îro Dadgeha Federalî rûniştina xwe li ser doza di navbera Wezareta Petrola Iraq û Herêma Kurdistanê de, ji bo roja 29ê vê mehê paş xist.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Îro Dadgeha Federalî rûniştina xwe li ser doza di navbera Wezareta Petrola Iraq û Herêma Kurdistanê de paş xist.

Li gorî peyvdarê Dadgeha Federalî ya Iraqê Eyas Samuk: Îro rûniştina Dadgehê bi amadebûna nûnerên aliyên pêwendîdar ji Herêma Kurdistan û Iraqê destpê kir, lê ji ber aloziya mijarê û pêwîstiya wê bi nerîna şarezayan, rûniştin hat paşxistin.

Ji ber ku heya niha yasaya petrol û gaze li Iraqê tine ye, Dadgeha Federalî daxwaz ji pisporekî hunerî di warê petrolê de kiriye, ku raporekê li ser kêşeyên petrolê di nav Herêma Kurdistan û Iraqê de, ji Dadgehê re amade bike.

Li gorî peyvdarê Dadgeha Federalî, biryar hat dayin, ku roja 29 vê mehê, careke din Dadgeh li ser vê pirsê, rûniştinekê lidar bixe û got: Li gorî maddeya (111)an a destûra Iraqê: Petrol û gaz milkê gelê Iraqê ye li hemû herêm û parêzgehan. Maddeya (112)an de ya destûrê jî, ku awayê karkirin bi maddeya berî xwe diyar dike, dibêje: Divê li gorî yasayekê bê rêxistin.

N.O